Li Swîsreyê li gorî roja pêşîn tevlêbûn zêde bû

Li Swîsreyê di roja ewil de 18 hezar û 894 hilbijêran li ser 31 sindoqan dengê xwe dan.

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê ku wê di 28'ê Gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê bê kirin, li gelek navendên derveyî welat sindoq hatin danîn. Hilbijêr li 31 sindoqên ku îro li kantonên Bern, Cenevre û Zurîh ên Swîsreyê hatine danîn, dest bi dengdanê kirin. Ji duh ve li Bernê 3 hezar û 662, li Cenevreyê 4 hezar û 830 û li Zurîhê jî 10 hezar û 502 hilbijêran deng dane. Hejmara giştî ya hilbijêran 18 hezar û 894 bû, li seranserê Swîsreyê 6 hezar û 232 hilbijêran li sindoqên ku ji bo tûra yekem a hilbijartinê hatibûn danîn, dengê xwe dan.

Li Swîsreyê 105 hezar û 821 hilbijêrên qeydkirî bûn, rêjeya beşdarbûna tûra yekem ji sedî 56,7 bû.

LI SWÎSREYÊ ENCAMÊN TÛRA YEKEMÎN A SEROKKOMARIYÊ

Rêjeya sindoqên vekirinê: %100, beşdarbûna hilbijartinê: %56,7

Kiliçdaroglû: %57,61 | 24.827 Deng

Erdogan: %40,3 | 17.368 Deng

Muharrem Înce: 0.72% | 310 Deng

Sînan Ogan: 1,37% | 591 Deng

ENCAMÊN HILBIJARTINA PARLEMENTERIYÊ

Rêjeya sindoqên hatine vekirin: 100%

Rêjeya li gorî tifaqan

Tifaqa Cûmhûr: %40,97

Tifaqa Millet: %28,58

Tifaqa Ked û Azadiyê: %28,05

Tifaqa Ata: % 0,76

Tifaqa Yekîtiya Hêzên Sosyalîst: %0,41

Rêjeya li gorî partiyan

AKP: %30,3

CHP: %26,1

Partiya Çepên Kesk: %24,9

MHP: %8,5

TÎP: %3,5

IYI Partî: %2.4

Partiyên din: %4,3